Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha Kirmaşanê hate cîbicîkirin

02 May 2024 21:58

Hengaw; Pêncşemî 2ê Gulana 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê Serpêla Zehawê yê bi navê Elî Eşref Xanî ku beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 1ê Gulana 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd yê bi navê Elî Eşref Xanî yê 45 salî û xelkê Serpêla Zehawê li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê (Dîzilava) hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyeke nêzîk malbata vî girtiyê Kurd, Elî Eşref Xanî 5 sal beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Nûçeya bidarvekirina vî girtiyê heta dema belavbûna vê raportê, di medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî medyayên nêzîk Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin