Şino; Girtina aliyê kêm 10 welatî ji ber beşdarîkirin di rêûresmên taybet bi Newrozê de

03 May 2024 11:29


Hengaw; Inê  3ê Gulana 2024an

Di heyama rojên borî de aliyê kêm 10 welatiyên Kurd ên xelkê Şinoyê yên bi navên “Yûsif Hacî Xoş, Selah Qazî, Hisamedîn Mehmûdî, Mihemed Sultanpûr, Xefûr Şêxehmedî, Ceifer Resûlî, Hisam Resûlî, Mewlûd Rûsta, Hadî Lawe û Ako Îbrahîmî” ji ber beşdarîkirin di rêûresmên taybet bi Newrozê de ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, li berdewamiya menca binçavkirina welatiyan li bajarê Şinoyê, sibêdeha roja Pêncşemî 2ê Gulana 2024an, hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran êrîşî ser gundê “Gundewêle” kirine û bi çêkirina rewşeke tirsinak, Selah Qazî yê ciwanê 25 salî binçav kirine.

Herwisa roja Çarşemî 1ê Gulana 2024an, Hisamedîn Mehmûdî, ciwanê 19 salî û xelkê gundê “Kanî Sork”, Hadî Lawe yê hunermendê xelkê Şinoyê û Yûsif Hacî Xoş ji endamên Desteya Birêveberatiya Eniya Yekgirtina Kurd ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve li bajarê Şinoyê hatine girtin.

Pêka gotina çavkaniyên Hengawê, nêzî 30 kes ji hêzên Spahê bi êrîşkirina ser gundê “Kone Qela” û bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî û herwisa bi bikaranîna tundûtîjî, Yûsif Hacî Xoş binçav kirine.

Herwisa di berdewamiya van girtinane de, roja Sêşemî 30ê Nîsana 2024an, 6 welatiyên Kurd ên bi navên Hîsam Resûlî û Mewlûd Rûsta yên xelkê gundê “Hesen Nûran”, Mihmed Sultanpûr yê xelkê gundê “Dê Şems”, Xefûr Şêxehmedî yê temen 50 salî û xelkê gundê “Alkavê” û Ceifer Resûlî yê 36 salî û xelkê gundê “Bêmzurtê” û Ako Îbrahîmî yê xelkê gundê “Alkavê” ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibûne binçavkirin.

Hengaw agehdar bûye ku, girtina van welatiyane ji ber beşdarîkirin di rêûresmên taybet bi Newrozê de bûye û bi awayekî tundûtîjî hatine girtin û heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zaniyariyek hûr ji çarenivîs û cihê ragirtina van kesane ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin