Kolberekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî li ser sînorê Banê hate kuştin

03 May 2024 14:56

Hengaw; Inê 3ê Gulana 2024an

Kolberekî Kurd ê bi navê Celal Sohrabî ku xîzandar û bavê du keçan bûye, di dema kolberiyê de li ser sînorê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hete kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 2ê Gulana 2024an, kolberekî Kurd ê bi navê Celal Sohrabî yê 43 salî û bavê du keçan û xelkê gundê Tajanê yê ser bi bajarê Banê, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hete kuştin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ev kolberê Kurd ji aliyê singê xwe ve bûye armanca gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî.

Roja borî jî, kolberekî xelkê Seqizê yê bi navê Hêmin Ehmedî yê 45 salî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê li sînorên vî bajarî hete kuştin


Di vî warî de zêde bixwînin