Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê 65 salî li Kirmaşanê hate cîbicîkirin

04 May 2024 23:42


Hengaw; Şemî 4ê Gulana 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî temen 65 salî yê bi navê Xusrew Babaweldînî yê xelkê Hersînê ku beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" bi îdamê hatibû sizadan, hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sizayê darvekirina welatiyekî Kurd yê bi navê Xusrew Babaweldînî yê 65 roja Çarşemî 1ê Gulana 2024an, li girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin.

Xusrew Babweldînî yê xelkê gundê "Sermac Husênxanî" yê ser bi bajarê Hersînê yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê bûye û 10 sal beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Ev girtiyê han xîzandar û bavê 4 zarokan bû ku 20 sal beriya niha di dema şer û pevçûnekê de û mirina kesekî reviya û bo heyama 20 salan bi dizî ve jiyan dikir, 10 sal beriya niha ji aliyê polîsan ve hate naskirin û hate girtin û di girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê de bû.

Nûçeya bidarvekirina vî girtiyê heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyayên ser bi hikûmetê û bi taybetî medyayên nêzîk Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin