Serdeşt; Arman Tobekar ji bo birêvebrina sizayê girtîgehê hate girtin

06 May 2024 13:00

Hengaw; Duşemî 6ê Gulana 2024n

Arman Tobekar, yek ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî li devera Rebet a girêdayî bajarê Serdeştê, ji bo derbaskirina heyama salek girtîgeha xwe hate girtin û bo girtîgeha navendî ya Mehabadê hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 5ê Gulana 2024an, Arman Tobekar ê 23 salî û xelkê devera Rebetê, piştî gazîkirinê hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya Mehabadê hate veguhastin.

Arman Tobekar di Cotmeha sala 2022an de û di meşa tevgera "Jin Jiyan Azadî" de ji aliyê saziyên ewlehî ve hatibû girtin û piştî çend rojan bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî hatibû berdan. Navbirî di dawiyê de li meha Mijdara heman salê ji aliyê taya Dadgeha Keyferî ya Duyem a Serdeştê ve bi tohmeta "têkdana aramî û asayişa giştî" 2 sal sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.

Hengaw agehdar bûye ku, sizayê navbirî piştî nîşandana nerazîbûbê bo yek sal girtîgehê hatiye kêmkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin