Kolberek li ser sînorê Banê bi teqeya hêzên leşkerî hate kuştin

06 May 2024 14:36


Hengaw; Duşemî 6ê Gulana 2024n

Kolberekî Kurd ê xelkê Seqizê yê bi navê Eta Rostempûr, di dema kolberiyê de li ser sînorê Hengejale yê girêdayî bajarê Banê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hate kuştin. Navbirî sêyemîn kolber e ku di hefteyên borî de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî tê kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên roja Duşemî 6ê Nîsana 2024an, hêzên leşkerî yên cihgir li ser sînorê Hengejaleya Banê hejmareke kolberan didine ber gulleyan û di encama vê gullereşandinê de kolberekî Kurd ê xelkê Seqizê yê bi navê Eta Rostempûr yê 40 salî tê kuştin.

Pêka çavkaniyeke agehdar, termê Eta Rostempûr bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Banê hatiye veguhastin û heta niha radestî malbata navbirî nehatiye kirin. 

Hêjayî gotinê ye ku ev kolberê Kurd xîzandar û bavê 2 zarokan e.


Di vî warî de zêde bixwînin