Daxuyaniya 80 dadxwazên tevgera Jin Jiyan Azadî li Kurdistanê;Tomac Salihî bê şert û merc berdin

01 May 2024 11:23

Herî kêm 80 malbatên dadxwaz ên tevgera Jin Jiyan Azadî li Kurdistanê li 25 bajarên Kurdistanê wek Îlam, Kirmaşan, Şabad, Qesra Şîrîn, Senqur, Merîwan, Bokan, Sehne, Kengawer, Ciwanro, Selas Bavacanî, Sine, Kamêran, Dêwulan, Qurwe, Seqiz, Sewlava, Şino, Pîranşar, Serdeşt û Urmiye bi daxuyaniyekê ku ji bo cara yekê ji aliyê Hengawê ve hatiye weşandin sizayê darvekirina Tomac Salihî şermezar kirin û ev yeka nedadperwerane û li dijî sereketirîn pirensîpên mafê mirovî dane zanîn.

Deqa daxuyaniyê bi giştî digel lîsta malbatên wajoker ku gihaye destê Hengawê:

Bi navê Jin Jiyan Azadî 

Bişkê pênûs ger nenivîse ku çi bi serê wî xelkê de hate- Tomac Salihî 

Tomac Salihî divê bi bê ti şert û mercekê bê berdan 

Em wek komek malbatên dadxwaz li Kurdistanê radigehînin ku sepandina sizayê darvekirinê ji bo hunermendê navdar Tomac Salih nedadperwerî û dijî pirensîbên mafê mirovî ye û em daxwaza serbestkirina lezgîn û bi bê şert û merc ya Tomac dikin. Di salên borî de kêm hunermend hebûne ku wek Tomac Salihî karîbin netenê dengê nifşên xwe bin, belkî li hemû qadên cuda zilm û zordestiyê binase û bibe dengê civakê.

Em wek malbatên dadxwaz li Kurdistanê kêmtir hunermendekê nas dikin ku wek Tomac bi dengek zelal û bilind yê bi dehan sale yê çewsandina sistematîk li Kurdistanê hawar kiribe û ji zimanê dayîkê ve bigire heta îdamkirina girtiyên siyasî yên Kurd bi vî awayî bertek nîşan dabe û bê tirs ligel êş û azarê Kurdistanê be.

Tomac Salihî sermiyaneke mezin e ku Komara Îslamî netenê bi sizayê îdamê hewl dide paşekişiyê pê bike, belkî ji kesên dinê re bêje: “Tawana azadî û wekheviyê bo we giran e. Raweste hevkarî nakin. Bêdeng bin." Em dizanin ku Kurdistan bêyî Tumecan tenêtir dibe û tevahiya civaka Îranê jî dizane ku bêyî Tumecan rêya azadî, wekhevî û demokrasiyê li ser bingeha mafê mirovî gelek dijwartir dibe. Ji ber vê yekê hewldana azadkirina Tomaj hewla azadkirina yek kes nîne, hewlek e bo bexteweriya civakekê.

Em malbatên dadxwazên Kurdistanê bi êş û birînên heta hetayî li ser dilê me, li hemû malbatên dadxwaz yên hevderên me û xelkê Îranê daxwaz dikin ku dengê xwe bi her awayî ku bo wan tê kirin, li hember sizayê îdama Tomaj Salihî bilind bikin. Herwiha em ji egera bidarvekirina girtiyên wekî Riza Resayî û Mucahîd Kurkur û girtiyên din ên di bin sizayê darvekirinê de ne, nîgeraniya xwe radigihînin. Ji girtiyên siyasî bigire heta çalakvanên sivîl, ji saziyên mafên mirovan bigire heta çalakvanên siyasî yên demokrasîxwaz, ji hunermendên Îranî heta hunermendên cîhanî, divê em îro bi hev re dengê Tomac Salihî bin, li hundur yan li derve, ji her demê bêhtir ji bo azadiya bê şert û merc ya Tomac Salihî û li dijî vê sizayê hevdeng bin.

Lîsteya ew malbatên ku wajo kirine:

Malbatên Hûmen Ebdulahî, Yehya Rehîmî, Şaho Behmenî, Keywan Derwîşî, Peyman Mînberî, Daryûş Elîzade, Ariyan Xoşgewar, Sarîna Saidî, Zaniyar Elahmuradî, Mihemed Emînî, Mihemed Şerîetî, Ramîn Fatihî, Umîd Husênî, Mihemed Emînî, Aram Hebîbî, Muimin Zendkeremî li bajarê Sine.

Malbatên Kubra Şêxe, Azad Husênpûrî, Seyîd Kemal Ehmedpûr, Şemal Qadirîpûr, Mêhran Rehmanî, Mihemed Ehmedî Gageşî, Şoriş Nîknam, Şaho Xizrî, Zaniyar Ebûbekrî, Fayiq Memqadirî û Simko (Îsmayîl) Mewlûdî li bajarê Mehabadê.

Malbatên Mihemed Hesenzade, Hîwa Can Can, Emced Înayetî, Mihemed Hacî Resûlpûr, Salar Mucawer, Silêman Seyîd Şukrî, Saman Qadirbeygî, Şîrzad Ehmedînijad, Mîlad Merûfî, Hacer Mam Xusrewî û Şehriyar Mihemedî li bajarê Bokanê.

Malbatên Sîna Nadirî, Ferhad Xusrewî û Armîn Seyadî li bajarê Kirmaşanê, Elîriza Kerîmî û Îman Mihemedî ji Şabadê, Erdelan Qasimî ji Giyelanê, Muhsên Qeyserî ji Îlamê, Mîno Mecîdî ji Qesra Şîrîn, Îhsan Qasimî ji Kangeverê û Rozbê Xadimiyan û Elîriza Fethî li bajarê Sunqurê, Sipêhr E`izemî ji Sehnê, Ramîn Keramî ji Serpêla Zehawê, Arîn Murîdî ji Salasa Bawecanî, Cewher Fetahî û Cemal E`izemî li bajarê Ciwanroyê.


Malbatên Mîlan Heqîqî, Emîn Me`irifet û Ebdulselam Qadirgilwan ji Şinoyê, malbatên Fercad Derwîşî, Ebdulah Mehmûdpûr û Daniş Rehnima ji Urmiyê, malbatên Hêmin Hemze û Firişte Ehmedî ji Serdeştê, malbata Saman Rehîmî ji Tikab, malbatên Semed Bergîniya û Tahir Ezîzî li bajarê Pîranşarê.

Malbatên Îsmayîl Dizwar, Daniyal Pabendî, Fireydûn Ferecî, Seyîd Mihemed Husênî û Fireydûn Mehmûdî yên ji Seqizê, malbata Nigîn Ebdulmelekî ji Qurweyê, malbata Hebîbulah Fethî ji Dîwanderê, malbatên Muhsên Niyazî, Riza Lotfî û Şadman Ehmedî ji bajarê Dêwulanê, malbata Nesrîn Qadorî ji Merîwanê, malbata Îsa Bîglerî ji Sewlavayê, malbata Riza Kazimî ji Mujij û malbatên Burhan Karemî û Fuad Mihemedî li bajajrê Kamêranê.


Di vî warî de zêde bixwînin