Girtin û nediyabûna çarenivîsa Mubîn Şêxepûr ê nûciwanê xelkê Mehabadê

07 May 2024 16:14


Hengaw; Sêşemî 7ê Gulana 2024an

Nûciwanekî Kurd ê xelkê Mehabadê yê bi navê Mubîn Şêxepûr, ji bo îdareya Îtilaata Urmiyê hate gazîkirin û ji aliyê hêzên vê saziya ewlehî ve hate girtin. Ev nûciwanê han ji ber beşdarîkirin di merasîmên taybet ên Newrozê de hatiye girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 1ê Gulana 2024an, Mubîn Şêxepûr, nûciwanê temen 16 salî yê xelkê gundê “Qumqela” yê ser bi Mehabadê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata Urmiyê hate girtin.

Li gorî zanyariyên Hengawê, Mubîn di heyama meha borî de bo cara duyem e bo îdareya Îtilaatê hatiye gazîkirin û di yekem serdana xwe de bo îdareya Îtilaata Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî lêdan û kutanê hatibû. Navbirî ji ber beşdarîkirin li rêûresmên taybet ên Newrozê li Kurdistanê hatibû gazîkirin û hatiye girtin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyên serast derheq çarenivîs û cihê ragirtina vî nûciwanê han li ber dest nîne û lipeyketinên malbata navbirî jî di vê derbarê de heya niha bi encam maye.


Di vî warî de zêde bixwînin