Girtina 4 welatiyên Kurd li Pîranşarê

07 May 2024 16:57


Hengaw; Sêşemî 7ê Gulana 2024an

Bi girtina du welatiyên din yên Kurd li bajarê Pîranşarê yên bi navên Mihemed Sultanî û Mihemed Muradî hejmara girtiyan giha 4 kesan ku beriya niha Hengawê navê du girtiyên dinê eşkere kiribû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 6ê Gulana 2024an, hêzên Îtilaata Pîranşarê êrîşî mala Mihemed Sultanî li gundê Xurincê kirin û navbirî girtin.

Herwiha van hêzan, Mihemed Muradî jî di mala vî de li gundê Bîkosê girtine.

Hengawê roja Duşemî nûçeya girtina Someyê Qadirî ya xelka gundê Gizgeskê û Husên Bayezîdî yê xelkê Pîranşarê ji aliyê hêzên Îtilaata vî bajarî ve weşandibû.

Li gorî zanyariyên Hengawê, welatiyanên hanê bi awayekî hovane û bi bê ti belgeyeke yasayî hatine girtin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van welatiyane hatinî sepandin û çarenivîsa van welatiyane li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin