Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Îsfehanê bi rê ve çû

07 May 2024 23:09

Hengaw; Sêşemî 7ê Gulana 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê bajarê Miyanduavê yê bi navê Husên Bayezîdî ku beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Îsfehanê bi rê ve çû.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Yekşemî 5ê Gulana 2024an, girtiyekî Kurd ê xelkê bajarê Miyanduavê yê bi navê Husên Bayezîdî yê temen 51 salî li girtîgeha navendî ya Îsfehanê hate îdamkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Husên Bayezîdî 3 sal beriya niha hatibû girtin û bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dadgeha Şoreş a Îsfehanê ve bi darvekirinê hatibû sizadan, navbirî bavê sê zarokan bû.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heya belavbûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin