Sînorê Banê; Kasibkarek bi teqeya hêzên leşkerî hate kuştin

07 May 2024 23:31

Hengaw; Sêşemî 7ê Gulana 2024an

Kasibkarekî Kurd ê xelkê Banê yê bi navê Mihemed Qadirî ku bavê 5 zarokan bû, bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 7ê Gulana 2024an, hêzên leşkerî yên cihgir li ser sînorê Gulesor yê girêdayî Banê, kasibkarekî Kurd yê bi navê Mihemed Qadirî didine ber gulleyan û di encama vê gullereşandinê de navbirî tê kuştin.

Li gor gotina çavkaniyekên Hengawê, hêzên leşkerî li nêzîkî  "Kanêksa Xerçek"ê bi bê agehdarkirina berê û ji mewdayeke nêzîk ve bi Klaşînkofê ev kasibkarê Kurd kirine armanc û di encamê de laşê wî bûye armanca çend gulleyan.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, termê Mihemed Qadirî yê xelkê gundê Şuwê yê ser bi bajarê Banê radestî malbata wî nehatiye kirin. Hêjayî gotinê ye ku ev kasibkarê Kurd xîzandar û bavê 5 zarokan e.


Di vî warî de zêde bixwînin