Şino; Seyîd Eyûb Mûsewî hate girtin

08 May 2024 16:50

Hengaw; Çarşemî 8ê Gulana 2024an

Seyîd Eyûb Mûsewî yê temen 25 salî û girtiyê berê yê siyasî û xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û ji bo cîhekî nediyar hate veguhastin; Navbirî 15emîn welatiyê xelkê bajarê Şinoyê ye ku ji ber lidarxistin û beşdarîkirin di rêûresmên Newrozê de li Kurdistanê hatiye girtin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 7ê Gulana 2024an, Seyîd Eyûb Mûsewî yê girtiyê siyasî yê berê û xelkê Mîravaya Şinoyê piştî gazikirin bo îdareya Îtilaata Şinoyê hate girtin û ji bo cîhekî nediyar hate veguhastin. 

Hengaw agehdar bûye ku hêzên Îtilaatê heftiya borî û hevdem ligel girtina welatiyên Kurd li Şinoyê êrîşî mala navbirî kiribûn, lê nekarîbûn navbirî binçav bikin; lê ji ber ku wê rojê hêzên Îtilaatê dest danîbûne ser belgeya xanî, erd û trombîl û nasnameya wî, navbirî neçar dimîne ji bo vergirtina belgeyên xwe serdana îdareya Îtilaatê bike û her li wir jî tê girtin.

Hêjayî gotinê ye ku Seyîd Eyûb Mûsewî di naverasta sala 2018an de, ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatibû girtin û piştre ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Şoreş a Şinoyê ve bi tohmeta "endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê" bi 5 sal girtîgehê hatibû sizadan ku ev sizaye piştre bi 3 sal û 9 mehan hatibû kêmkirin.

Seyîd Eyûb Mûsewî roja Çarşemî 25ê Kanûna 2019an, ji bo girtîgeha navendî ya Nexedê hatibû veguhastin û navbirî piştî derbaskirina du sal girtîgehê, ber efûya mercdar dikeve û tê berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin