Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya Urmiyê bi rê ve çû

08 May 2024 23:55

Hengaw; Çarşemî 8ê Gulana 2024an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê Urmiyê yê bi navê Hesen Muherêr li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate cîbicîkirin û hevdem çar girtiyên dinê ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 7ê Gulana 2024an, girtiyekî Kurd ê xelkê gundê "Lernî" yê girêdayî navçeya Tirgewer a Urmiyê yê bi navê Hesen Muherêr li girtîgeha navendî ya Urmiyê hate darvekirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev girtiyê Kurd çend sal beriya niha hatibû girtin û bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd heya dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên ser bi hikûmetê û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.

Ji aliyeke dinê ve Hengaw agehdar bûye ku roja borî aliyê kêm 4 girtiyên dinê li girtîgeha Urmiyê ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatine veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin