Mamoste Ebdulah Berzger ji çalakvanên olî yê Kurd li Serdeştê hate girtin

09 May 2024 08:13

Hengaw; Pêncşemî 9ê Gulana 2024an

Mamoste Ebdulah Berzger ji çalakvanên olî yê Kurd û pêşnimêjê gundê "Kunemişkê" ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Duşemî 6ê Gulana 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê li bajarê Serdeştê êrîş kirine ser mala Mamoste Ebdulah Berzger ê pêşnimêjê gundê "Kunemişkê" û navbirî binçav kirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê demjimêr 3ê sibêdehê û bi çend trombêlên tijî ji hêz êrîş kirine ser mala vî çalakvanê olî yê Kurd û tevî vekolîna mala wî û bêrêzîkirin bi endamên malbata mamoste Berzger, navbirî binçav kirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û qeder û cihê ragirtina mamoste Ebdulah Berzger li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin