Pîranşar; Girtina du welatiyên Kurd ji ber beşdarîkirin li rêûresmên taybet bi Newroza Kurdistanê

09 May 2024 09:46

Hengaw; Çarşemî 8ê Gulana 2024an

Du çalakvanên jîngehparêzî yên Kurd û xelkê Pîranşarê bi navên Hacî Berze û Eyûb Resûlzade ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatine girtin û  ji bo cîhekî nediyar hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 8ê Gulana 2024an, du çalakvanên jîngehparêzî yên Kurd ên bi navên Hacî Berze yê xelkê gundê Çiyane yê girêdayî Pîranşarê û Eyûb Resûlzade yê xelkê gundê Zengiyawê yê girêdayî Pîranşarê ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatine girtin û ji bo cîhekî nediyar hatine veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, du welatiyên hanê ji ber beşdarîkirin di rêûresmên taybet bi Newroza Kurdewarî de hatine girtin û heya niha lipeyketina malbatên wan di vê derbarê de bê encam maye.


Di vî warî de zêde bixwînin