Sayînqela; Girtina 4 welatiyên Kurd ji ber beşdarîkirin li rêûresmên taybet bi Newroza Kurdistanê

10 May 2024 11:27

Hengaw; Înê 10ê Gulana 2024an

Herî kêm 4 welatiyên Kurd û xelkê bajarê Sayînqela (Şahîndij) yên bi navên Osman Ebasî, Hêmin Elîzade, Şehram Sultanî û Rehman Xusrewî ji ber beşdarîkirin li rêûresmên taybet bi Newroza Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û ji bo cîhekî nediyar hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 9ê Gulana 2024an, li gundê Hacîava Cextû yê girêdayî bajarê Sayînqelayê (Şahîndij), 4 welatiyên Kurd bi navên Osman Ebasî, Hêmin Elîzade, Şehram Sultanî û Rehman Xusrewî ji aliyê hêzên Îtilaata vî bajarî ve hatine girtin. 

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaatê sibêdehê êrîşî ser malên van 4 welatiyên Kurd kirine û bi bê nîşandana ti belgeyeke dadwerî û bi awayekî hovane ev welatiyene girtine û malên wan jî vekolîn kirine. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina van 4 welatiyên Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin