Bokan; Girtina du welatiyên Kurd ji ber beşdarîkirin li rêûresmên taybet bi Newroza Kurdistanê

10 May 2024 11:33

Hengaw; Înê 10ê Gulana 2024an

Du welatiyên Kurd û xelkê bajarê Bokanê yên bi navên Hêmin Îbrahîm Hemze û Îdrîs Hacî Resûlpûr yên endamên malbatên dadxwaz ji ber beşdarîkirin li rêûresmên taybet bi Newroza Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û  ji bo cîhekî nediyar hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 9ê Gulana 2024an, hêzên Îtilaatê êrîşî ser malên van du welatiyên Kurd yên bi navên Hêmin Îbrahîm Hemze yê temen 28 salî û xelkê gundê Qeregul yê girêdayî bajarê Bokanê û Îdrîs Hacî Resûlpûr yê xelkê gundê Elîkend ê girêdayî vî bajarî û endamên malbatên dadxwaz kirine û bi bê nîşandana ti belgeyeke dadwerî welatiyê hanê girtine û ji bo cîhekî nediyar veguhastine. 

Li gorî gotina çavkaniyên agehdar, girtina van welatiye ji ber beşdarîkirin ll rêûresmên taybet bi Newroza Kurdistanê bûye û lipeyketina malbatên wan di vê derbarê de bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina  wan li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin