Pîranşar; Soran Mehmûdî bi sê sal girtîgehê hate sizadan

01 May 2024 21:08

Hengaw; Çarşemî 1ê Gulana 2024an

Soran Mehmûdî, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê ku Payîza par hatibû girtin ji aliyê Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi sê sal girtîgehê hate sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyamên borî de Soran Mehmûdî, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi serokatiya dadwer Dostî bi tohmeta endametî û hevkarîkirin digel Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) bi sê sal girtîgehê hate sizadan.

Sizayê hanê di çand rojên borî de bi awayekê fermî ji navbirî re hatiye ragihandin.

Soran Mehmûdî destpêka Payîza par ji aliyê hêzên Îtilaata Pîranşarê ve hatibû girtin û piştî 50 rojan bi danîna barimteya sê milyar Tumenî bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê ji girtîgeha Nexedê hatibû berdan.

Welatiyê hanê di dema girtîgehê de ji mafê despêregihîştin bi parêzer û hevdîtin bi malbatê re hatiye bêparkirin


Di vî warî de zêde bixwînin