Urmiye; Hejmara girtiyên Kurd yên ku hatinî darvekirin giha bi 4 kesan

10 May 2024 13:22

Hengaw; Înê 10ê Gulana 2024an

Digel diyarbûna nasnameya girtiyek dinê yê ku hate darvekirin yê bi navê Tahir Ebdulelîpûr hejmara girtiyên Kurd yên hatinî darvekirin giha bi 4 kesan. Hengawê beriya niha di nûçeyekê de darvekirina sê girtiyan bi navên Hesen Erebî, Ebdule Hesenzade û Hesen Çûpanî eşkere kiribû. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 9ê Gulana 2024an, sizayê darvekirina 4 girtiyên Kurd yên bi navên Hesen Çûpanî yê temen 35 salî û xelkê gundê "Şehrestîn" yê girêdayî Pîranşarê, Ebdale Hesenzade, Tahir Ebdulelîpûr û Hesen Erebî yê temen 40 salî  xelkê gundê "Enbê, Yengice û Balancixê" yên ser bi Urmiyê ve li girtîgeha navendî ya Urmiyê bi rê ve cû.

Hengaw agehdar bûye ku, Hesen Çûpanî 4 sal beriya niha, Ebdule Hesenzade, Tahir Ebdulelîpûr 5 sal beriya niha û Hesen Erebî jî 6 sal beriya niha hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan, ku sê girtî du roj barî niha bo odeya takekesî hatibûne veguhastin.

Nûçeya darvekirina 4 girtiyên Kurd heya dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên ser bi hikûmetê û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin