Sînorê Serdeştê; Kolberekî ciwan ji aliyê Spaha Pasdaran ve bi çeka doşke hate kuştin

10 May 2024 16:28

Hengaw; Înê 10ê Gulana 2024an

Kolberekî ciwan ê xelkê navçeya Rebetê yê ser bi bajarê Serdeştê yê bi navê Salar Ehmedî di dema kolberiyê de û di nav sînorên hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve bi çeka giran a doşkeyê hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 9ê Gulana 2024an, hêzên Spaha Pasdaran ên cihgir li ser sînorê Serdeştê bi çeka giran a doşke hejmarek kolber di nav axa Herêma Kurdistanê de dane ber gulleyan û kolberekî Kurd ê bi navê Salar Ehmedî di cih de hate kuştin.

Li gorî çavkaniyên Hengawê, Salar Ehmedî yê temen 23 salî û xelkê gundê "Nelas" ê ser bi navçeya Rebet a Serdeştê bûye û termê navbirî heya niha bo Serdeştê nehatiye vegerandin.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka meha Gulanê ve heta niha (9 roj), herî kêm 5 kolberên Kurd li ser sînorên Bane, Seqiz û Serdeştê bi gulleyên rasterast ên Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) û Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin.


Di vî warî de zêde bixwînin