Berdewamiya girtin û nexuyabûna çarenivîsa 14 welatiyên xelkê Şinoyê

11 May 2024 12:07


Hengaw; Şemî 11ê Gulana 2024an

Bi derbasbûna 10 roj ji girtina 14 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ku ji ber beşdarîkirin di rêûresmên taybet bi Newroza Kurdewarî de hatibûne girtin, ti zaniyariyek ji çarenivîsa wan ber dest nîne û lipeyketinên malbatên wan di vê derbarê de bê encam maye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji çarenivîsa 14 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên Yûsif Hacîxoş, Selah Qazî, Hisamedîn Mehmûdî, Mihemed Sultanpûr, Xefûr Şêxmihemedî, Ceifer Resûlî, Hesen Resûlî, Mewlûd Rûsta, Hadî Lawe, Ako Îbrahîmî, Rehîm Ref`etî, Umîd Reşîdpak, Fexredîn Muderisî û Arman Îbrahîmî ku dawiya hefteya borî bi êrîşa hêzên Spaha Pasdaran bo ser malên wan hatibûne girtin, ti zaniyariyek ber dest nîne û cihê ragirtina wan jî nexuya ye.

Hengaw agehdar bûye ku di heyama hefteya borî de malbatên kesên hatinî girtin serdana Îtilaata Spahê li Urmiye û Şinoyê kiribûn û van saziyên ewlehî ti bersiveke rohn nedabûne wan.

Pêka rapora Hengawê ya berê, ev 14 welatiyên Kurd di heyama rojên Sêşemî û Pêncşemî (30ê Nîsanê heta 2ê Gulanê) bi şêweyekî tundûtîjî ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve ji ber beşdarîkirin li rêûresmên taybet bi Newroza Kurdewarî hatibûne girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin