Zêdebûna hejmara girtina welatiyên Kurd li bajarê Sayînqelayê

12 May 2024 14:11

Hengaw; 12ê Gulana 2024an

Bi girtina sê welatiyên Kurd li gundê Qozlûyê Hewşar yê girêdayî Sayînqelayê yên bi navên Elî Şîrî, Salar Beygî û Nasir Muradî hejmara girtiyên Kurd li vî bajarî ji ber beşdarîkirin li rêûresmên taybet bi Newroza Kurdistanê giha bi 7 kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 9ê Gulana 2024an, sê welatiyên Kurd li gundê Qozlûyê Hewşar yê girêdayî Sayînqelayê yên bi navên Elî Şîrî, Salar Beygî û Nasir Muradî ji aliyê hêzên Îtilaatê vê hatine girtin.

Li gorî gotina çavkaniyên Hengawê, zêdetir ji 50 endamên hêzên çekdar bi 10 trombêlan demjimêr 6 sibêdehê gundê Qozlûyê Hewşar dorpêç kirin û bi danê dirûşmên wek “neman bo Amerîka û neman bo Îsraîlê” êrîşî ser malên van welatiyên Kurd kirin û bi awayekî hovane ev welatiyên Kurd binçav kirin û bo cîhekî nediyar veguhastin.

Hengawê roja borî girtina çar welatiyên Kurd yên xelkê gundê Hacîavaya Cexetû yên bi navên Osman Ebasî, Hêmin Elîzade, Şehram Sultanî û Rehman Xusrewî eşkere kiribû.

Li gor gotina çavkaniyek nêzîkî malbatên van girtiyane, ev welatiyên Kurd piştî girtinê bo girtîgeha Îtilaata Urmiyê hatine veguhastin û ti zanyariyeke hûr derheq çarenivîsa van welatiyên Kurd li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin