Şino; Luqman Hacî Xûş piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê hate girtin
Hengaw; Yekşemî 12ê Gulana 2024an
Luqmn Hacî Xoş ê welatiyê Kurd û xelkê Şinoyê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hate girtin. Herwiha mamê wî yê bi navê Yûsif Hacî Xoş jî 10 roj beriya niha hatibû girtin û çarenivîsa wî nediyar e.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 11ê Gulana 2024an, Luqmn Hacî Xoş ê temen 40 salî û xelkê gundê "Koneqela" ê ser bi bajarê Şinoyê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hate girtin.
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar û nêzîk malbata Hacî Xoş, ev welatiyê han bi rêya pêwendiyeke telefonî ve ji aliyê Îtilaata Şinoyê ve hatiye gazîkirin û piştî serdana bo vê îdareya hikûmetî hatiye girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û qeder û cihê ragirtina vî welatiyê li ber dest nîne.
Hêjayî baskirinê ye ku, Yûsif Hacî Xoş ji endamên Şêwreya Navendî û Şêwreya Rêveberî ya Eniya Yekgirtî ya Kurd û mamê Luqman, roja Pêncşemî 2ê Gulanê hatibû girtin û ji wê demê ve çarenivîsa wî nexuya ye.