Serdeşt; Girtina du welatiyên Kurd ji ber beşdarîkirin li rêûresmên taybet bi Newroza Kurdistanê

12 May 2024 20:57

Hengaw; Yekşemî 12ê Gulana 2024an

Du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Serdeştê yên bi navên Zanko Îranzade û Umer Şerîfpûr ji ber beşdarîkirin li rêûresmên taybet bi Newroza Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin û bo cîhekî nediyar hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 7ê Gulana 2024an, Zanko Îranzade yê temen 32 salî û Umer Şerîfpûr yê temen 23 salî û xelkê gundê Kelereş yê girêdayî bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hatine girtin û bo cîhekî nediyar hatine veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzîkî malbatên van girtiyan, ev du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îtilaatê ve demjimêr 4ê sibêdehê bi awayekî hovane û bi bê nîşandana ti belgeyeke dadwerî hatine girtin.

Hengaw agehdar bûye ku, girtina van du welatiyên Kurd ji ber beşdarîkirin li rêûresmên taybet bi Newroza Kurdistanê bûye û tevî derbasbûna 6 rojan hê jî çarenivîsa wan diyar nîne û lipeyketinên malbatên van girtiyane bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina  wan li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin