Pîranşar; 4 welatiyên Kurd bi 16 sal girtîgehê hatine sizadan

13 May 2024 08:03

Hengaw; Yekşemî 12ê Gulana 2024an

Çar welatiyên Kurd ku du ji wan kesên bi temen in bi navên Osman Dilsoz ê 66 salî, Silêman Salek ê 73 salî, Hejar Dilsoz (Ebdulrehîm) û Akam Xizirzade yên temen 30 salî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi 16 sal girtîgehê hatine sizadan. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de çar welatiyên Kurd ên bi navên Osman Dilsoz ê 66 salî û xelkê Pîranşarê, Silêman Salek ê 73 salî û xelkê gundê "Qeregul" ê ser bi Bokanê, Hejar Dilsoz û Akam Xizirzade herdu temen 30 salî û xelkê gundê "Zêwke" yê girêdayî bajarê Pîranşarê ji aliyê taya 102 a Dadgeha Keyferiya Du a Pîranşarê ve bi tohmeta "endamtî di Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê de" bi giştî bi 16 sal girtîgehê hatine sizadan.

Pêka sizayê hatî sepandin, Silêman Salek bi 10 sal girtîgehê û her yek ji Osman Dilsoz, Hejar Dilsoz û Akam Xizirzade jî her yek bi 2 sal girtîgehê hatine sizadan.

Silêman Salek roja Sêşemî 28ê Hezîrana 2022an, û her yek ji Osman Dilsoz, Hejar Dilsoz û Akam Xizirzade roja Sêşemî 5ê Tîrmeha heman salê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatine girtin û piştî du mehan bi danîna barimteyên giran û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibûne berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin