Ciwanro; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Nebî Weysî ji çalakvanên olî

14 May 2024 09:18


Hengaw; Sêşemî 14ê Gualna 2024an

Tevî derbasbûna du hefteyan ji girtina Nebî Weysî, çalakvanê olî yê xelkê Ciwanroyê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve, ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 29ê Gulana 2024an, Nebî Weysî, çalakvanê olî yê 26 salî û xelkê Ciwanroyê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna ti bilgeyeke yasayî hatibû girtin û bo cihekî nediyar hatibû veguhastin û çarenivîsa wî nexuya ye.

Li gor çavkaniyeke agehdar, lipeyketinên malbata navbirî derheq agehdarbûn ji qedera wî heya niha bê encam maye û saziyên ewlehiyê xwe ji dana her cure bersivekê dûr girtine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin