Sizayê darvekirina Enwer Xizrî yê girtiyê olî yê Kurd di bêdengiyê de bi rê ve çû

01 May 2024 21:16


Hengaw; 1ê Gulana 2024an

Sizayê darvekirina Enwer Xizrî yê girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê piştî 15 sal girtîgehê, li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê bi rê ve çû. Di heyama çend mehên borî de sizayê darvekirina Dawûd Ebdulahî, Qasim Abestê, Ferhad Selîmî û Eyûb Kerîmî, çar kes ji hevdosiyeyên navbirî jî hatiye cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 1ê Gulana 2024an, sizayê darvekirina Enwer Xizrî, girtiyê olî yê Kurd û xelkê Mehabadê di demekê de bi rê ve çû ku navbirî 15 sal ji sizayê xwe yê bê mafê mirexesiyê li girtîgeha Qizilhesar a Kerecê derbas dikir û ev sizaye di bêdengiyê de bi rê ve çû.

Li gorî gotina çavkaniyên Hengawê, Enwer Xizrî roja borî ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatibû veguhastin û malbata navbirî bo dawî hevdîtinê ji Mehabadê ve bo Kerecê çûbûn.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tevî şermezarkirina tund a darvekirina Enwer Xizrî, dide zanîn ku ev girtiyê hanê di piroseyeke tevaw a nerohn, nadadperwerane û neyasayî de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Birêveçûna sizayê darvekirina vî girtiyê di demekê de ye ku, Payîz û Zivistana borî sizayê bidarvekirina çar kesên din ji hevdosyeyên navbirî yên bi navên Dawûd Ebdulahî, Ferhad Selîmî, Eyûb Kerîmî û Qasim Abestê, her di girtîgeha Qizilhesar a Kerecê de hatine cîbicîkirin.

Ferhad Selîmî, Enwer Xizrî, Dawûd Ebdulahî, Eyûb Kerîmî û Qasim Abestê, Enwer Xizrî, Xusrew Beşaret û Kamran Şêxe, di 7ê Kanûna 2009an de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaata Urmiyê hatibûne veguhastin.

Ev girtiyane bi tohmeta dosyeya kuştina “Ebdulrehman Tîna”, ji aliyê Taya 28 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer “Meqîse”, bi tometên weke “hewldan li dijî ewlehiya netewî, propagende li dijî hikûmetê, endamê girûpên Selefî û gendelî li ser erdê (ifsad fî erzê)” bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Kombûna pêdaçûn bi tohmetên van 7 girtiyên olî yên Kurd di dawiya meha Adara 2016an de hate lidarxistin û cezayê wan di 25ê Gulana 2016an de bi fermî ji wan re hate ragihandin.

Hêjayî gotinê ye ku hukmê navbirî di dawiya sala 2016an de, ji aliyê Taya 41a Dîwana Bilind a Îranê ve bi serokatiya dadwer Razînî hate redkirin û bi mebesta pêdaçûnê bo Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê hatibû şandin. Di Gulana 2018an de, Qasim Abestê û 6 hevdosyeyên din bi tohmeta "gendelî li ser erdê" (ifsad fî erz) careke din ji aliyê Taya 15 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya Dadwer Ebulqasim Selewatî cezayê darvekirinê bi ser wan de hatibû sepandin.

Ev cezaye bi givaşên berdewam ên îdareya Îtilaata Urmiyê ji aliyê Taya 41 a Dîwana Bilind ve hate pesendkirin û roja Duşemî 4ê Adara 2020an, bi awayekî fermî bi Mehmûd Welîzade Tebatebayî, parêzerê van girtiyên olî yên Kurd re hatibû ragihandin. Ev girtiyên han ku di girtîgeha Gewherdeştê de dihatine ragirtin, roja 1ê Tebaxa îsal piştî valakirina vê girtîgehê, bo girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatibûn veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin