Bane; Kasibkarekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin

14 May 2024 22:24

Hengaw; Sêşemî 14ê Gulana 2024an

Kasibkarekî ciwan ê bi navê Muîn Tofîqpûr ê 24 salî bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên cihgir li ser sînorê Çoman ê ser bi Banê hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 14ê Gulana 2024an, hêzên leşkerî yên cihgir li ser sînorê Çomanê yê girêdayî bajarê Banê trombêla kasibkarekî Kurd dane ber gulleyan û ajotvanê trombêlê ê bi navê Muîn Tofîqpûr hate kuştin.

Li gor çavkaniyeke agehdar ji Banê, Muîn Tofîqpûr ê temen 24 salî xîzandar bûye û hêzên leşkerî navbirî di nav trombêla wî de bi bê agehdarkirina berê û bi hinceta hilgirtina kelûpelên qaçax bi Klaşînkofê dane ber gulleyan. Navbrî xelkê gundê Çoman ê ser bi Banê ye.


Di vî warî de zêde bixwînin