Sizayê darvekirina 2 girtiyên Kurd li girtîgeha Îlamê hate cîbicîkirin
Hengaw; Çarşemî 15ê Gulana 2024an
Sizayê darvekirina 2 girtiyên Kurd û xelkê bajarê Îlamê yên bi navên Riza Xulamhusênî û Ferexan Mihemedî di girtîgeha navendî ya Îlamê de hate cîbicîkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 14ê Gulana 2024an, sizayê darvekirina 2 girtiyan Kurd ku berê bi kuştina bi zanabûn bi îdamê hatibûne sizadan di girtîgeha navendî ya bajarê Îlamê de bi rê ve çû û nasmanya van herdu girtiyane bi Riza Xulamhusênî yê temen 21 salî û Ferexan Mihemedî yê temen 60 salî hatiye eşkerekirin.
Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Riza Xulamhusênî sala borî û Ferexan Mihemedî jî 14 sal berî niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan.
Nûçeya darvekirina van girtiyane heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadweriyê nehatiye belavkirin.