Sizayê darvekirina sê girtiyên xelkê Koyeşt û Nûravayê li girtîgeha Qizilhesarê bi rê ve çû

16 May 2024 12:53

Hengaw; Pêncşemî 16ê Gulana 2024an

Hevdem digel bidarvekirina Xusrew Beşaret ê girtiyê olî yê Kurd, sê girtiyên din ên bi navên Mihemed Kerîm Fazilî (Gerawend), Sîrûs Heyatbînî û Mihemed Riza Rehîmpûr li girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatine îdamkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 15ê Gulana 2024an, sizayê darvekirina sê girtiyên Kurdf ên bi navên Kerîm Gerawend û Sîrûs Heyatbînî yên girtiyên xelkê bajarê Koyeştê û Mihemed Riza Rehîmpûr ê xelkê bajarê Nûrava yê ser bi parêzgeha Loristanê li girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerecê hatine cîbicîkirin.

Ev sê girtiyên hanê roja borî ji bo cîbicîkirina sizayê darvekirinê bo odeya takekesî hatibûne veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev sê girtiyane beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne szadan. Hengawê beriya niha di raporekê de derheq egera darvekirina van sê girtiyan hişyarî dabû.

Nûçeya bidarvekirina van sê girtiyan, heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin