Girtin û nediyarbûna çarenivîsa du welatiyên Kurd yên xelkê Pawê
Hengaw; Înê 17ê Gulana 2024an
Du welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Pawê yên bi navên Suheyb Îqbalî û Arwîn Îqbalî ku 10 roj beriya niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibûne girtin, hê jî çarenivîs û cîhê ragirtina van diyar nîne.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, tevî derbasbûna 10 roj ji girtina du welatiyên ciwan yên xelkê bajarê Pawê yên bi navên Suheyb Îqbalî yê temen 31 salî û Arwîn Îqbalî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve, hê jî cîhê ragirtin û çarenivîsa van nexuya ye û lipeyketina malbatên wan jî bê encam maye.
Li gor çavkaniyeke nêzî malbata Îqbalî, ev du welatiyên Kurd roja Sêşemî 7ê Gulana 2024an, di encama êrîşên hêzên îdareya Îtilaatê de bi bê hebûna ti bilgeyeke yasayî hatine girtin û bo girtîgehên hêzên ewlehî li bajarê Kirmaşanê hatine veguhastin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî van du welatiyên Kurd hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van li ber dest nîne û van du welatiyane ti pêwendiyek bi malbatên xwe re negirtine.