Jinkujî; Zilamekî li Dêhloranê jina xwe kuşt

17 May 2024 15:20

Hengaw; Înî 17ê Gulana 2024an

Jinek li bajarê Dêhloranê bi nasnavê Kubra Dilawer ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin. Pirsgirêkên malbatî sedema vê qetlê bûye.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 16ê Gulana 2024an, Kubra Dilawerî ya temen 50 salî û xelka Pehlê Zêrînava yê girêdayî Dêhloranê ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, ev jine bi derbeyeke giran ji aliyê serê xwe ve hatiye kuştin û kujer piştî kuştina hevjîna xwe reviyaye.


Di vî warî de zêde bixwînin