Girtîgeha Şirazê; Girtiyekî Kurd hate darvekirin

17 May 2024 17:35


Hengaw; Înê 17ê Gulana 2024an

Girtiyekî Kurd ê bi navê Riza Qubadî yê xelkê gundê Durû Pereman ê girêdayî Kirmaşanê di girtîgeha navendî ya bajarê Şîrazê de hate darvekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 14ê Gulana 2024an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Riza Qubadî yê temen 40 salî û xelkê Kirmaşanê di girtîgeha navendî ya bajarê Şirazê de bi rê ve cû.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, navbirî 5 sal beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê bi îdamê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd, heta dema belavbûna vê nûçeyê di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin