Sizayê darvekirina pênc girtiyan ku yek ji wan jin e di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hate cîbicîkirin

18 May 2024 16:52

Hengaw; Şemî 18ê Gulana 2024an

Sizayê darvekirina pênc girtiyan ku yek ji wan jin e yên bi navên Perwîn Mûsewî, Yûsif Seîdîçêhrê, Ramîn Lewendî, Perwîz Qasimî û Mensûr Nasirî yên xelkê bajarên Meraxe, Urmiye û Bokanê, di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hatiye cîbicîkirin. Ev pênc girtiyane berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûne sizadan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêka sibêdeha roja Şemî 18ê Gulana 2024an, sizayê darvekirina Perwîn Mûsewî, hevwelatiya 50 salî ya Tirk û xelka bajarê Meraxê digel 4 girtiyên Kurd ên bi navên Mensûr Nasirî yê 45 û xelkê bajarê Bokanê, Perwîz Qasimî yê 35 salî, Yûsuf Seîdîçêhrê yê 32 salî û Ramîn Lewendî yê 27 salî û her sê jî xelkê Urmiyê di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hate cîbicîkirin.

Ev çar girtiyane ku berê di dosyeyên cuda de bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibûn sizadan, roja Pêncşemî 16ê Gulanê bo cîbicîkirina sizayê îdamê bo odeya takekesî hatibûne veguhastin.

Hengaw agehdar bûye ku, Mensûr Nasirî 5 sal berî niha, Ramîn Lewendî, Perwîn Mûsewî, Perwîz Qasimî û Yûsif Seîdîçêhrê 4 sal berî niha hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibûne sizadan.

Hêjayî baskirinê ye ku bavê Perwîz Qasimî û birayê Ramîn Lewendî sala borî jî bi heman tohmetê li girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibûn îdamkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin