Hadî Lawe yê hunermendê Kurd ê xelkê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

02 May 2024 08:20


Hengaw; 2ê Gulana 2024an

Hadî Lawe yê hunermendê ciwan û xelkê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî yên vî bajarî ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkê yên sibêdeha roja Çarşemî 1ê Gulana 2024an, Hadî Lawe, hunermendê ciwan û xelkê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyên Hengawê, hêzên ewlehî di dema girtina Hadî Lawe de ragihandine ku ji ber xwendina sirûdên siyasî navbirî binçav kirine.

Herwiha van hêzan bi bê ti belgeyeke yasayî û bi awayekî hovane ev sitranbêj û hunermendê Kurd girtine û heya niha diyar nîne ku kîjan saziyeke ewlehî Hadî Lawe binçav kiriye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, lipeyketinên malbata Hadî Lawe derheq agehdarbûn ji çarenivîsa navbirî bê encam mane.


Di vî warî de zêde bixwînin