Cîbicîkirina sizayê darvekirina jinekê li Nîşabûrê; di nav 5 mehan de 10 jin hatine îdamkirin

18 May 2024 17:02

Hengaw; Şemî 18ê Gulana 2024an

Bi birêveçûna sizayê darvekirina jineke xelka Nîşabûrê yê ser bi parêzgeha Xurasana Rezewî ya bi navê Fatima Ebdulahî, hejmara jinên ku ji destpêka îsal ve (kêmtir ji 5 mehan) di girtîgehên Îranê de hatine darvekirin, giha bi 10 kesan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 18ê Gulana 2024an, jineke girtî ya bi navê Fatima Ebdulahî ya temen 27 salî, bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" li girtîgeha navendî ya bajarê Nîşabûrê hate îdamkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, Fatima Ebdulahî sê sal beriya niha bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan.

Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ji destpêka sala 2024an ve heya niha (kêmtirî 5 mehan) aliyê kêm 10 jin di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine îdamkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin