Ciwanro; Girtina dubare ya Xalid Mehmûdî ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî

18 May 2024 18:53

Hengaw; Şemî 18ê Gulana 2024an

Xalid Mehmûdî, ciwanê 20 salî û xelkê bajarê Rewanserê û ji girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî careke din ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li Ciwanroyê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 17ê Gulana 2024an, Xalid Mehmûdî yê 20 salî û xelkê gundê “Şanreş” ê girêdayî bajarê Rewanserê û rûniştiyê bajarê Ciwanroyê, ji aliyê hêzên kinc şexsî yên îdareya Îtilaatê ve bi bê nîşandana ti belgeyeke yasayî li yek ji şeqamên Ciwanroyê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Xalid Mehmûdî di tevgera Jin Jiyan Azadî de û roja Sêşemî 22ê Mijdara 2022an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû girtin û bo girtîgeha Dizilava ya Kirmaşanê hatibû veguhastin û piştî zêdetir ji çar mehan ji binçavkirinê, di 26ê Adara 2023an de, bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî ji vê girtîgehê hatibû berdan.

Hêjayî gotinê ye ku Xalid Mehmûdî di dema girtinê de ji mafên xwe yên herî bingehîn bê par mabû û bi hevkarîkirin bi partiyên Kurdî yên opozisyonê re hatibû tometbarkirin. Herwisa ev welatiyê Kurd bi tundî ji aliyê hêzên ewlehî ve rastî îşkenceyê hatibû û neçar mabû ku li dijî xwe îtirafa bi zorê bike, ku ev îtirafe di deng û rengê Komara Îslamî ya Îranê de hate weşandin.

Heta dema belavbûna vê raporê, zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên bi ser de hatinî sepandin, cihê ragirtina navbirî û çarenivîsa wî ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin