Girtîgeha Selmasê; Du girtiyên Kurd hatine darvekirin

18 May 2024 20:53

Hengaw; Şemî 18ê Gulana 2024an

Sizayê darvekirina 2 girtiyên Kurd ên bi navê Esxer Hacîzade û Kawe Başinge ku bi tohmeta pêwendîdar bi madeyên hişber bi darvekirinê hatibûn sizadan, li girtîgeha navendî ya Selmasê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 18ê Gulana 2024an, du girtiyên Kurd ên bi navên Esxer Hacîzade yê 46 salî û xelkê Selmasê û Kawe Başinge yê xelkê bajarê Mehabadê li girtîgeha navendî ya Selmasê hatine darvekirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar a Hengawê ji girtîgeha Selamsê, ev du girtiyane pênc sal beriya niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibûne binçavkirin û piştre bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Nûçeya darvekirina van du girtiyane heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û nemaze medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin