Bokan; Gazîkirin û binçavkirina Îbrahîm Nasirî ji aliyê hêzên ewlehî ve

20 May 2024 19:18


Hengaw; Duşemî 20ê Gulana 2024an

Îbrahîm Nasirî, ji xêrxwazên dibistansazî yên bajarê Bokanê piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 20ê Gulana 2024an, Îbrahîm Nasirî, ji xêrxwazên di warê avakirina dibistanan de li bajarê Bokanê, piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata vî bajarî hatiye binçavkirin.

Li gor‌ gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han roja borî Yekşemî 19ê Gulanê, bi rêya pêwendiyeke telefonî ve bo îdareya Îtilaatê hatibû gazîkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê ti zanyariyek li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin