Jinkujî; Kuştina jinekê bi hênceta parastina namûsê li Eywanê

21 May 2024 07:52

Hengaw; Sêşemî 21ê Gulana 2024an

Jinek bi navê Arizo Hesenî li bajarê Eywanê yê girtêdayî parêzeha Îlamê ji aliyê hevjînê xwe ve bi hênceta parastina namûsî bi awayekî hovane hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 19ê Gulana 2024an, Jinek bi navê Arizo Hesenî li Eywanê yê girtêdayî parêzgeha Îlamê ji aliyê hevjînê xwe ve bi 100 derbeyên kêrê hate kuştin.

Li gor gotina çavkaniyên agehdar, qatilê temen 40 salî yê bi navê Cewad Ceiferî xwe radestî hêzên polîs kiriye. Medyayên hikûmetê jî pirsgirêkên malbatî wek sedema kuştina vê jinê diyarî kirine, lê Hengaw bi rêya çavkaniyên bawerpêkirî re agehdar bûye ku Arizo Hesenî bi hênceta parastina namûsê hatiye kuştin.

Hengaw agehdar bûye ku hevjînê vê termê jina xwe kiriye sindoqa trombêla xwe û radestî polîs kiriye.


Di vî warî de zêde bixwînin