Mamoste Husên Elîmuradî, piştî gazîkirin bo Dadgeha Taybet a Mamosteyan hate girtin

02 May 2024 18:51

Hengaw; Pêncşemî 2ê Gulana 2024an

Mamoste Husên Elîmuradî, pêşnimêjê Mizgefteke bajarê Sinê, piştî gazîkirin bo Dadgeha Taybet a Mamosteyan li Hemedanê hate girtin. Navbirî di dema tevgera Jin Jiyan Azadî de ji aliyê heman dadgehê ve di du dosyeyên cuda de bi 16 meh girtîgehê û 2 sal girîgeha ragirtî hatibû sizadan.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 1ê Gulana 2024an, mamoste Husên Elîmuradî, pêşnimêjê Mizgefta (Îbrahîm Xelîlulah) li kemerbendiya Ebasava ya bajarê Sinê, piştî gazîkirin bo Dadgeha Taybet a Mamosteyan li Hemedanê hate girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin û çarenivîsa mamoste Husên Elîmuradî li ber dest nîne.

Hêjayî baskirinê ye ku, mamoste Husên Elîmuradî, Payîza sala derbasbûyî ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyan li Hemdanê ve bi tohmetên weke "hewldan li dijî ewlehiya welat û propagendekirin li dijî Komara Îslamî ya Îranê" 16 meh girtîgeh bi ser de hatibû sepandin.

Dadgeha Taybet a Mamosteyan li Hemdanê, mamoste Husên Elîmuradî di meha Adara 2023an bi "xapandina raya giştî" tohmetbar kir û di Nîsana 2023an de her bi heman tohmetê navbirî bi du sal girtîgeha ragirtî hatibû sizadan.


Di vî warî de zêde bixwînin