Şino; Teqîna mînê bû sedema canjidestdan û birîndarbûna sê kesan

22 May 2024 17:34


Hengaw; Çarşemî 22ê Gulana 2024an

Li encama teqîna mînekê li çiyayê Kêleşînê yê ser bi bajarê Şinoyê, welatiyek bi navê Îsmayîl Ezewzeme jiyana xwa ji dest da û du bira yên bi navên Seyîd Hêmin Mûsewî û Seyîd Hadî Mûsewî birîndar bûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, nîvroya roja Sêşemî 21ê Gulana 2024an, li encama teqîna mînekê li bilindahiyên sînorê Kêleşînê ciwanek bi navê Îsmayîl Ezewzeme yê temen 37 salî û xelkê Mîravayê jiyana xwe ji dest da.

Li gor gotina çavkaniyên Hengawê, di vê bûyerê de du bira yên xelkê gundê Mîravê yên bi navên Seyîd Hêmin Mûsewî û Seyîd Hadî Mûsewî di dema komkirina pincarê Biharê de bi sedema teqîna mînê birîndar bûne û ji bo navendên dermanî hatine veguhastin.

Di çand salên borî de Spaha Pasdaran bi hêceta rûberûbûna bi hêzên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê re dest bi mînrêjkirina bilindahiya Kêleşînê kiriye ku berê Hengawê di vê derheqê de hişdarî dabû.


Di vî warî de zêde bixwînin