Pîranşar; Du welatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

23 May 2024 09:07


Hengaw; Pêncşemî 23ê Gulana 2024an

Du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Pîranşarê yên bi navên Selah Sultanî û Emîr Feqê, ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 22ê Gulana 2024an, Selah Sultanî, xelkê gundê "Serûkanî" yê ser bi bajarê Pîranşarê û Emîr Feqê yê temen 40 salî û xelkê gundê "Xurinc" ê ser bi vî bajarî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin.

Ev du welatiyên Kurd di malên xwe de û bi êrîşa hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî û tevî tirsandinê hatine binçavkirin.

Selah Sulatanî û Emîr Feqê piştî binçavkirinê bo cihekî nexuya hatine veguhastin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, ti zanyariyeke serast li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin