Hewlên rêxistinkirî ji bo darvekirina Arvîn Qehrimanî

23 May 2024 12:20

Hengaw; Pêncşemî 23ê Gulana 2024an


Arvîn Qehrimanî endamê Civaka Cihûyên Kurdistanê ku di girtîgeha Dîzilava ya Kirmaşanê de ye û di 17 saliya xwe de bi tohmeta kuştinê bi îdamê hatibû sizadanê û di bin zextên rêkxistinkirî de metirsiya birêveçûna sizayê darvekirinê li ser e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, jiyana Arvîn Qehrimanî yê girtiyê temen 20 salî û xelkê Bokanê û rûniştiyê bajarê Kirmaşanê û peyrewê ola Yehûd bi zexta Spaha Pasdaran û pêşnimêjê Kirmaşanê di bin metirsiyê de ye. 

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Hebîbula Xefûrî yê pêşnimêjê Kirmaşanê û nûnerê Xamineyî li parêzgeha Kirmaşanê digel Îtilaata Spahê zextê li malbata kuştî dikin ku ji ber Cihûbûna Arvîn Qehrimanî rizayetê nedin.

Vê çavkaniyê daye zanîn ku, Arvîn Qehrimanî di 17 saliyê de, di meşa şerekî bi kom de ku bi mirina Emîr Şekûrî, welatiyê Misilman dawî pê hatiye, hatiye girtin û bi bê hebûna ti belgeyên pêwendîdar ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ve bi îdamê hatiye sizadan.


Li gor çavkaniyeke nêzîkî malbata vî welatiyê Kurd û Yehûdî, ji ber Cihûbûnê ew di odeya takekesî de tê ragirtin û ji bo beşa gîştî û di nav girtiyan de nayê veguhastin.


Di vî warî de zêde bixwînin