Pîranşar; Tahir Zîwe ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin

23 May 2024 22:45

Hengaw; Pêncşemî 23ê Gulana 2024an

Bi binçavkirina welatiyekî din ê Kurd ê bi navê Tahir Zîwe yê xelkê bajarê Pîranşarê, hejmara kesên ku li vî bajarî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve di rojên derbasbûyî de hatine girtin giha bi sê welatiyan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 22ê Gulana 2024an, hêzên ewlehî êrîşê ser mala Tahir Zîwe yê xelkê bajarê Pîranşarê kirin û navbirî bi bê hebûna ti belgeyên yasayî girtin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Roja borî jî, du welatiyên dinê yên bi navên Selah Sulatanî û Emîr Feqê yê temen 40 salî li vî bajarî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibûne girtin û bo cihekî nexuya hatibûne veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin, cihê ragirtin û qedera wî welatiyê li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin