Bokan; Mehdî Mecîdî bi pênc sal girtîgehê hate sizadan

24 May 2024 19:41


Hengaw;  Înê 24ê Gulana 2024

Mehdî Mecîdî yê welatiyê Kurd ê 25 salî û xelkê bajarê Bokanê ku Payîza sala borî bo heyama sê mehan hatibû binçavkirin, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve pênc sal girtîgeh bi ser de hate sepandin. Navbirî bi piştevanîkirin ji "dewleta Îsraîlê" hatiye tohmetbarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Mehdî Mecîdî yê ciwanê xelkê Bokanê ji aliyê taya 201 a Dadgeha Keyferiya Du a Bokanê ve bi tohmeta "piştevanîkirin ji dewleta Îsraîlê" bi sê sal girtîgehê, bi tohmeta "propagende li dijî hikûmetê" bi salek girtîgehê û bi tohmeta "bêrêzîkirin bi rêberê Komara Îslamî ya Îranê" bi salek girtîgehê û bi giştî bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.

Bi sepandina yasaya serhevkirina sizayan, sizayê herî giran ê Mehdî Mecîdî wate 3 sal girtîgehê dê were cîbicîkirin.

Mehdî Mecîdî roja Duşemî 6ê Mijdara 2023an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li Bokanê hatibû girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin. Navbirî piştî 40 rojan ji girtinê di odeya takekesî de bo girtîgeha navendî ya Bokanê hate veguhastin û di dawiyê de piştî sê mehan binçavkirinê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonxên dadgehê hatibû berdan.


Di vî warî de zêde bixwînin