Merîwan; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Îbrahîm Xîşkar

25 May 2024 21:40


Hengaw; Şemî 25ê Gulana 2024an

Welatiyekî Kurd ê bi navê Îbrahîm Xîşkar, xelkê Sewlavayê û rûniştiyê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 23ê Gulana 2024an, Îbrahîm Xîşkar, xelkê gundê "Del" ê ser bi Sewlavayê û rûniştiyê bajarê Merîwanê hatiye binçavkirin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar û nêzî malbata Xîşkar, Îbrahîm Xîşkar li yek ji şeqamên bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji tohmetên ku li dijî Îbrahîm Xîşkar hatinî sepandin û rewşa wî ya yasayî û cihê ragirtina navbirî ti zanyariyeke serast li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin