Mirina Îbrahîm Reîsî; Du welatiyên xelkê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

27 May 2024 09:00

Hengaw; Duşemî 27ê Gulana 2024an

Du welatiyên Kurd û xelkê Bokanê yên bi navên Eşkan Îsmayîlnijad û Zana Hesenzade ji ber belavkirina mijarek derheq mirina Îbrahîm Reîsî li ser torên civakî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 22ê Gulana 2024an, Eşkan Îsamîlnijad, xelkê gundê "Qacirî" yê ser bi Bokanê piştî gazîkirin ji aliyê îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hatiye girtin.

Demjimêrên destpêkê sibêdeha heman rojê jî, hêzên îdareya Îtilaatê li bajarê Bokanê êrîş kirine ser mala Zana Hesenzade û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî û bi awayekî hovane navbirî binçav kirin û bo cihekî nexuya veguhastin.

Li gor gotina çavkaniyeke agehdar, Eşkan Îsmaîlnijad û Zana Hesenzade, bi sedema belavkirina mijarek derheq mirina Îbrahîm Reîsî hatine girtin.

Lipeyketinên malbatên wan li derheq agehdarbûn ji rewşa yasayî û şêwaza ragirtina wan, heya niha bê encam maye.


Di vî warî de zêde bixwînin