Pîranşar; Girtina Umer Buzxem ji aliyê hêzên ewlehî ve

27 May 2024 12:42


Hengaw; Duşemî 27ê Gulana 2024an

Tirombêla welatiyekî ciwan ê xelkê Merîwanê yê bi navê Ajvan Kiyanî bi gumana hebûna kelûpelên qaçax ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hate gullebarankirin û ajotvanê ciwan ê tirombêlê canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Yekşemî 26ê Gulana 2024an, hêzên Spaha Pasdaran li rêya “Garan” a Merîwanê dikevine pey tirombêlekê û didine ber gulleyan û ajotvanê ciwan ê tirombêlê yê bi navê Ajvan Kiyanî dikujin.

Pêka gotina çavkaniyeke Hengawê, hêzên Spaha Pasdaran bi gumana hebûna kelûpelên qaçax tirompêla Ajvan Kiyanî didine ber gulleyan û ev ciwanê Kurd demûdest canê xwe ji dest dide.

Termê vî ciwanê Kurd ji bo navendên dermanî yên Merîwanê hatiye veguhastin û heta niha radestî malbata wî nehatiye kirin.


Di vî warî de zêde bixwînin