Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Rizgar Kerîmî

27 May 2024 22:09

Hengaw; Duşemî 27ê Gulana 2024an

Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Sine yê bi navên Rizgar Kerîmî  ku hefteyek beriya niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin, hê jî çarenivîsa wî diyar nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 19ê Gulana 2024an welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Sinê yê bi navên Rizgar Kerîmî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û ji wê demê ve heya niha cihê ragirtin û çarenivîsa wî diyar nîne. 

Girtina navbirî bi bê hebûna ti bilgeyeke dadwerî bûye. 

Li gor çavkaniyeke nêzî malbata Kerîmî, ev welatiyê temen 39 salî bi tohmeta propagendekirin li dijî hikûmetê hatiye girtin.


Di vî warî de zêde bixwînin